HDP: Divê plansaziya jiyana civakî li gor kêmendaman bê plankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – 3’ê Berfembarê Roja Kêmendaman de, li Diyarbekirê jî civîn û çalakî birêve diçin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, bi komisyona Kêmendaman ya partiya xwe re civîneke çapameniyê lidar xist û bal hat kişandin ku kêmendam tên çewisandin û wek astengî tên dîtin.

Hevseroka HDPê ya Diyarbekirê Gulîstan Atasoy Tekdemir, bal kişand ku kêmendam ango berasteng, di şert û mercên nebaş de jiyana xwe didomînin û divê plansaziya civakê li gor berastangan jî bê plan kirin.

Berdevka Komisyona HDPê ya Kêmendan Hatîce Betul Çelebî jî, daxuyand ku ji ber gotinên xwe yên ku kêmendam biçûk dikin, ji ber bicîhnekirina mafên berastengan û ji ber qedirnegirtina berastengan divê lêborîn bê xwestin û bi wê ferasete jî wekheviya jjyana civakî bê sazûman kirin.