Rola Arjen Arî di pêşxistina wêjeya kurdî de girîng tê nirxandin
Dost malbat û heskiriyên Arjen Arî jî ji ber pandemiyê cuda cuda serdana gora wî kirin û bibîr anîn.
Diyarbekir (K24) – 8 sal di ser koça dawî kirina helbestvanê Kurd Arjen Arî de derbas bûn. Dost malbat û heskiriyên Arjen Arî jî ji ber pandemiyê cuda cuda serdana gora wî kirin û bibîr anîn. Bal hat kişandin ku Arjen Arî ji welatê xwe û dengên li welatê xwe ilhama xwe digirt û bi awayekî mucîzevî hêst û boçûnên xwe di helbestên xwe de dihûnand.
Helbestvanê Kurd Arjen Arî piştî ku 8 sal di ser koça wî de derbas bûye jî, hem li ser gora xwe hem jî li ser medya civakî, bi heskirin û bêrî hat bibîr anîn. Malbat û dostên Arjen Arî, ji ber pandemiyê jihev cuda serdana gora wî kirin û bibîr anîn.
Nivîskar Şêhmûs Dîken ku Arjen Arî wek helbestvanê aristokrat yê Kurd pênase dike, hez kirin û bêriyên xwe li ser gora wî bilêv kir û anî ziman ku Arjen Arî bi helbest û berhemên ku hiştiye, dê her tim bi heskirin bê bibîr anîn.
Nivîskar Şêhmûs Dîken ji K24ê re got: "Em Arjen Arî wek helbestvanekî ku Wî zimanê xweş û şîrîn, zimanê Kurdî, kurmancî di hêst û boçûnên xwe de hezim kiriye û di risteyên xwe de wan pêkhateyan di armoniya helbestê de hûnandiye bibîr tînin. Min Wî wek aristokrat Arjen Arî bin av dikir û li gel min her wisa ye. Yanî ji gotinên Kurdî hunandineke mucîzevî peyda dikir ku şiyanên serdest dikarin wan tiştan bikin."
Heskiriyên Arjen Arî, bal kişandin ku di serdemeke dê berhemên gelek baş li wêje û çanda Kurdî zêde bikira de koça dawî kir, Lê divê her bi berhem û afrenêriya xwe em Arjen Arî bibîr bînin.
Nivîskarê Kurd Lal Laleş jî, anî ziman ku Arjen Arî ji wan kesên ku wêjeya miletekî berbi asteke nû û zêdetir ve dibir bû û wek Mihemed Ûzûn ew jî di demeke bê wext de ji nav me koç kir. Lal Laleş jî da zanîn ku divê em nirxên xwe yên wiha her bibîr bînin.
Nivîskar Lal Laleş: "Gelek karên ji bo hevkarî û tifaqa navbera nivîskaran li dar dixist. Arjen Arî bi taybet demeke bûbû pire rêyek d, navbera bakûr û başûr de. Gelek caran hewl dida da ku nivîskarên li başûr werin û li Amedê û bajarên din fikir û boçûnên xwe peşkeş bikin û berhemên xwe bixwînin, dîsa hewl dida ku nivîskarên li bakûr jî biçin Duhok, Hewlêr û Silêmanî û berhemên xwe bixwînin."