Li Kelha Zêrzevanê du berhemen nû hatin dîtin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di xebatên kolyariya şûnwarnasiyê yên li ser Kelha Zêrzevana Diyarbekirê flutek ji hestiyê mihê û mifteyeke mefreq hatin ditîn. Berpirsên xebatên kolyariyê û şûnwarnas dibêjin; ev herdu berhem ji beriya hezar û 600 salan hatine çêkirin.

Li ser Kelha Zêrzevanê ya ku ser bi navçeya Çinar a Diyarbekirê ve ye û li ser riya Diyarbekir û Mêrdînê cih digire xebatên kolyariya şûnwarnasiyê berdewam dikin. Roj bi roj berhemên kevnare tên dîtin û li ser wan lêkolîn tên kirin. Herî dawî di xebatan de berhemên ku di sedsala 4emîn de hatine çêkirin hatin dîtin.

Li ser şûnwarê Kelha Zêrzevanê, xebatên kolyariyê çar demsalan berdewam dikin û heta niha bi hezaran berhemên ji beriya bi hezaran salan hatine dîtin. Mamosteyê Beşa Şûnwarnasiyê û Serokê Tîma Xebatên Kolyariyê li Zanîngeha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun got; Kelha Zêrzevanê kelheke serbazî ye lê belê ev berhem nîşan didin ku niştecihên Kelhê bi hunerê ve jî mijûl bûne.

Dr. Aytaç Coşkun ji K24ê re got: “Xebatên kolyariyê bênavber berdewam dikin û em gelek berhemên giranbiha kifş dikin. Me di xebatan de flut û gustîlk dît. Me par parçeyeke flutê dîtibû, parçeyê dî jî me niha dît. Bi van berheman em dizanin ku li kelhê çalakiyên hunerî jî hatine kirin. Ji alîyê ronîkirina dîroka herêmê ve jî ev kelh girîng e. Her dîsa bi saya kifşên li vir bi sedhezaran geştyar jî serdana herêmê dikin. Em çaverêne ku heta dawiya 2021an ji 400 hezaran zêdetir geştyar serdana Kelha Zêrzevanê bikin.”

Dr. Aytaç Coşkun got; ev mifteya mefreq ya sindoqên ku tiştên giranbiha tê dihatin hilanîn e û da ku winda nebe wekî gustîlk jî hatiye bikaranîn. Restorator Hêlîn Çetîn jî çavdêriya xebatan dike û berhemên ku tên dîtin paqij û nûjen dike û dibêje; ev cara yekem e ku li vê herêmê ev berhem tên dîtin.

Hêlîn Çetîn got: “Hevalên min ji binê erdê berhemên berê derdixînin û ez jî wan paqij dikim. Da ku em zirarê nedinê divê em bi baldarî paqij bikin, karekî zehmet e. Par qumçe derket îsal jî gustîlk û flut. Paqijiya hin berheman carina saetek, carina du saet carina jî du-sê rojan berdewam dike.”

Kelha Zêrzevanê xwedî dîrokekî 3 hezar salî ye. Leşkergeha sînorî ya Împaratoriya Romayê ye. Li ser Kelhê di sala 2014an de xebatan dest pê kir û ev 8 sal in xebat berdewam dikin. Di sala 2017an de Perestgeha Mîtras hat kifşkirin. Perestgeha Mîtrasê di cîhanê de deng da û ji her aliyê cîhanê bi sedan hezar kes serdana perestgeh û Kelhê dikin. Kelhê, di sala 2020an de di nav Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de cih girt.