Cafer Şêx Mistefa: Pêwîst e Pêşmerge awayê şerê li dijî DAIŞê biguhêre

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê: Di Wezareta Pêşmerge de, pêwîstiya me bi rahênankirin, biçekkirin û çakkirina sengerên Pêşmerge heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa radigihîne, “DAIŞê awayê şerê xwe guhartiye, ji ber wê divê em jî awayê rûbirûbûna wê biguhêrin.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa ji K24ê re got: “Ev êrîşên tên kirin, bi awayê partîzanî dike. Êrîşên niha, ne ji bo girtina rûbereke ciyografî ya diyarkirî ye, lê belê ji bo kuştin û birîndarkirina hejmareke mezin e û bêyî ku çek û teqemeniyan xerc bike. Ji ber wê, divê em berî her tiştî di Wezareta Pêşmerge de, pêwîstiya me bi rahênankirin, biçekkirin û çakkirina sengerên Pêşmerge heye, bi awayekî ku bikarin rûbirûyî vî awayê şerê îro ya DAIŞê bibin.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê nêzîkbûna çekdarên DAIŞê ji sengerên Pêşmerge ve got: “Ew çekdarên DAIŞê ji pişt artêşa Iraqê ve xwe vedidin û tên li xelkê û Pêşmerge didin û vedigerin. Ji ber wê pêwîstiya me bi hevahengiyeke temam ligel artêşa Iraqê heye, ta ku bikarin bi hêzên hevbeş wê valahiya ewlehiyê dagirin.”

Cafer Şêx Mistefa tekezî li wê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi hemû karînên xwe hewlên xwe bike ji bo hêzên hevbeş û odeyên hevbeş û hevahengiyê dirust bikin.

Şeva 2ê Berfanbarê çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encam de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.