Bombeyek bi otomobîleke pasewanên Erdogan ve hat dîtin

Bombe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyê wêneya bombeyekê belav kir ku bi otomobîleke pasewanên Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ve hatibû xistin.

Li gor medyaya Tirkiyê, ew bombe bi otomobîleke pasewanên Serokkomarê Tirkiyê ve hatibû xistin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû dîtin, bêyî ku ti zanyariyên zêdetir belav bikin.

Li gor nûçeya kanaleke Tirkiyeyê ku nêzîkî desthilatê ye, li Mêrdînê di otombêleka polîsan de bombeyek vedayî hatiye dîtin ku ew otombêl di ewlekariya serdana Serokomarê Tirkiyeyê bo Sêrtê de hatiye erkdarkirin.

Polîsên Mêrdînê beriya ku biçin Sêrtê di otombêla xwe de bombe dîtine û bombe ji aliyê pisporan ve hatiye pûçkirin.

Erdogan bi mebesta vekirina projeyên Bendava Şîrvan û Pira Zorava serdana bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê kiribû.

Bombeya bi otomobîlê ve hatiye xistin
Bombeya bi otomobîlê ve hatiye xistin
Bombeya bi otomobîlê ve hatiye xistin