Baregeheke Amerîka li Dêrazorê rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Navenda Nûçeyan (K24) –  Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 4 mûşek li derdora baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li kêlgeha gazê ya Konîko li gundewarê Dêrazorê ketin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, mûşek ji herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li gundewarê Dêrazorê hatine avêtin û li nêzîkê baregeha leşkerî ketine.

Di wê çarçoveyê de û piştî avêtina mûşekan, firokeyên çavdêriyên yên Hevpeymaniya Navneteweyî li ser herêmê geriyan.

Li gorî çavkaniyên Rewangehê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li bargeha leşkerî ya li kêlgeha Konîko perwerdeyê leşkerî dike, bêyî ku tu binpêkirineke ewlehiyê li herêmê hebe.