Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kerkûkê dikin

Xelkê gund daxwaza hevkariyê ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirine, lê ew bi hawara wan ve neçûne

Navenda Nûçeyan (K24) –  Peyamnêrê K24ê da zanîn, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Lihêban yê li başûrê nahiya Sergeranê li kerkûkê kirin û xelkê gund daxwaza hevkariyê ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirine, lê we bi hawara wan ve neçûne.

Peyamnêrê K24ê got, çekdarên DAIŞê ji çar aliyan ve gundê Lihêbanê yê ku piraniya xelkê wî kurd in, dorpêç kirine.

Da zanîn jî, şer di navbera xelkê gund û çekdarên DAIŞê de berdewam e û xelkê gund daxwaza hevkariyê ji hêzên Pêşmerge dikin.

Peyamnêrê me diyar kir, ev cara sêyemîn e ku çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Lihêbanê kirine.

Mam Cafer ku xelkî gundê Lihêbanê ye ji K24ê re got: “Ji sê aliyan ve êrîş li gundê me tê kirin û li gor dengên teqînan, çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîş dikin û xelkê gund jî tenê kaşînkov pê re ne û guleyên wan jî kêm in. Em hawarê dixwazin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 201an, ew gund ketiye bin kontola hêzên ewlehiyê yên Iraqê.