Berhemên bajarê Erdexanê li Enqerê hatin danasîn

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Enqera paytexta Tirkiyê di çarçoveya danasîna bajarên Serhedê de, bajarê Erdexana Bakurê Kurdistanê bi hemû berhem û kelûpelên xwe hate danasîn. Di festîvala de meşk hate kilandin û garis hatin hêrandin.

Aliyekê meşka nivîşkê bi teknolojiye tê kilandin, aliyekê jî bi berê aşê gars tên hêrandin û arê garis tê hilberandin. Ev dîmen ji festîvala nasandina bajarê Erdexana bakurê Kurdistanê ne. Piştî Erzerom, Qers û Îdirê di çarçoveya danasîna bajarên serhedê de vê carê jî Hemû kelûpelên xumalî yên Erdexanê, di serî de penîrê di kevlê bizinan de tê çêkirin, hingivê ku li çiya û baniyên navend û navçeyên Erdexanê tên hilberîn tên danasîn.

Suzan Îşyera ku bi meşka xwe li zozanan berê xwe daye vê festîvalê û nivişkê organik çêdike dibêje ew dixwaze tehma nivîşkê xwe belavbike tevahiya enqerê

Suzan Îşyer ji K24ê re got: “Ev nivîşkê me temamî û em bi şîrê heywanên xwe vê nivîşkê çêdikin. Ajalênê xwe jî em bixwe xwedî dikin. me ji zozanan ev nivîşk aniye vê festîvalê ku bidin tehmkirin.”

Yek ji berhema ku tenê li Erdexanê tê hilberîn ev mînyatura biçûke ku bi cil û bergên gelerî yên Erdexanê hatiye xemilandin ku her yek mînakeke cuda ya cil û bergên Erdexanê ye.

Hilberînera mînyarûrên Erdexanê Zûhre Erdogan dibêje: “Ev cilên ku niha li ser vê mînyatûrê dibînin cil û bergên gelerî yên Erdexanê ne. Ji bo dayîk û keçan cilûbergên cuda hene û ji 36 perçeyan pêk tên ev cilûbergên gelerî yên Erdexanê. Niha êdî keçên bajarê me wan cil û bergan li xwe nakin lê dayîk û dapîrên me her li wan cilan xwe dikin.”

Erdexaniyên ku bi salan bajarê xwe nedîtine û welatiyên enqerê jî tevî giliyan jî daxwaza zêdebûna çalakiyên waha dikin.

Welatî Şînasî Yavuz Gul: “Hemû jî berhemên ji bajarê min in. Di nava festîvalên ku heta niha hatine kirin de ya herî xweş ev festîval e. Ev bi salane neçûme bajarê xwe lê hemû tişt hatine ber piyê min ez ê jî hemûyan bikirim.”

Welatî Filîz Yenal: “Tiştekî gellek xweş e ku mirov berhemên xumalî yên hemû bajaran bîbîne û tehm bike. Bi tesadûfî me ev çalaki dît. Giliya min ji berpirsiyaran ew e ku agahiya çalakiyên wiha ciyawaz li seranserê Enqerê nakin ku gel bibîne.”

Herwiha di festîvala ku dê heta 5ê Berfanbarê berdewam bike de li gel kelûpel û xurekên xwemalî yên bajarê Erdexanê gowendên gelerî yên vî bajarî jî di qada festîvalê de kêm nabe.