Yehya Resûl: DAIŞ sûdê ji valahiyê ewlehiyê dibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl tekez dike, DAIŞ sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye dibîne.

Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞ sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye dibîne û piraniya kiryaran li wan navçeyan dike.

Ev gotinên Yehya Resûl di demekê de ye, êrîşên çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne û şeva 2ê vê mehê DAIŞê êrîşî ser gundê Xidircîcê yê ser bi Mexmûrê ve kir û di encamê de 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.