Parêzer: Dibe ku Tirkiyê ji Konseya Ewropayê were derxistin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Tirkiye ji ber ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê yên derbarê azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala cibicî nake bi egera derxistina ji konseya ewropayê û sizakirinan re rû bi rû ye. Pisporên Tirkiyê dibêjin ji ber penaberan ewropa dê Tirkiyê siza neke. Lê parêzerên li ewropayê dozan dişipînin diyar dikin ne tenê derxistina Tirkiyê ji konseya ewropa dê endamtiya wê ya bo Yekitiya ewropayê jî betal bibe

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê berdana bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala û hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş cîbicî nekiriye, li hemberî Tirkiyê proseya binpêkirinê da dest pê kirin û heta 19ê rêbendanê dem da Tirkiyê ku biryara dawî derbarê Kavala û Demîrtaş de ragihîne û careke din demildest daxwaza azadkirina van kesayetan kir.

Pisporên ku rewşê dişopînin amaje pê dikin ku li pêşiya Tirkiyê proseyeke krîtîk heye û Tirkiye jî hember fişarên ewropayê mijara penaberan dê wek kartekê bikar bîne.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Sencer Îmer ji K24ê re got: “Yekitiya Ewropayê fişaran li ser Tirkiyê dike ku Demîrtaş û Kavala bê berdan. Lê belê Tirkiye dibêje ev kesane ji aliyê darazeke bêalî we tên darizandin û sucdarin. Helwesta Tirkiyê wiha berdewam bike bêgûman Tirkiye sala 2022an de dê ji Konseya Ewropayê bê derxistin. Lê Ewropa dê vê proseyê dirêj bike û dê her hişyariyan bide Tirkiyê. ji ber ku niha mijareke mezin ya penaberan heye û di vê mijarê de pêdiwiya Ewropayê ji Tirkiyê heye û Tirkiye jî vê karta penaberan bikartîne dijî Ewropa.”

Parêzerên ku li Ewropayê doza Demîrtaş û Kavala dişopînin amaje pê dikin ku cibicînekirina biryara Konseya ewropayê dê berdêlên giran bo Tirkiyê bîne heta proseya endamtiya YEyê jî dê di avê de biçe.

Parêzerê Demîrtaş yê ku li Ewropayê dozê dişopîne Ramazan Demîr got: “Heta niha tu welat ji konseya Ewropayê nehatine derxistin. Lê ger Tirkiye tevî ku rêkeftina mafê mirovan ya ewropayê îmze kiribe û biryara konseya ewropayê cibicî neke bêgûman dê ji vê rêxistinê bê derxistin. Ne tenê ev bi sedan proje, bername û rêkeftinên aborî yên Tirkiye bi konseyê re hene dê ev jî bên betalkirin û proseya endamtiya Tirkiye bo Yekitiye Ewropayê jî dê bê betalkirin. Ji ber vê çendê Tirkiye nakeve bin barekî evqas giran de û dawiya dawî dê neçarî Demîrtaş û Kaval azad bike.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ev 5 sal in, karsaz û parêzvanê mafê mirovan Osman Kaval jî ev 4 sal in di girtîgehê de ne. Di serî de Yekitiya Ewropayê, Dadgeha mafê mirova ya Ewropayê, Konseya Ewropayê û bi degan balyozên weatên ewropyê yên li Tirkiyê derbarê Demîrtaş û Kavala de daxwaza azadkirinê kirine lê Heta niha Tirkiye bersiveke erênî nedaye van daxwazan.