Tableta Gilgamêş a şûnwarî îro vedigere Bexdayê

Tableta Xewna Gilgamêş temenê wê zêdetirî 3500 sal e û neqişên beşine ji “Destana Gilgamêş” a bi zimanê Sumerî li ser e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 30 salî, îro careke din Tableta Gilgamêş a şûnwarî dê ji Amerîka vegere Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Derve Ehmed El-Sehaf ragihand, wan îsal zêdetirî 17500 berhemên şûnwarî vegerandine û tableta Gilgamêş jî dê Sêşemê, bigihe Bexdayê.

El-Sehaf diyar kir: Wezareta Derve dê li avahiya wezaretê ya li Bexdayê merasîmekê ji bo wergirtin û radestkirina vê tabletê li dar bixe.

Tê gotin, tableta Xewna Gilgamêş ku tableteke ji heriyê ye, temenê wê zêdetirî 3500 sal e û neqişên beşine ji “Destana Gilgamêş” a bi zimanê Sumerî li ser e.

Tableta Gilgamêş

Tableta Gilgamêş sala 1991 ji Iraqê hat dizîn û kete nava mezadên navdewletî. Di sala 2007-n de, ew ket nav bazara hunerî ya Amerîka, sala 2019an de jî ji aliyê Wezareta Dadê ya Amerîka ve hate girtin.

Tableta Gilgamêş roja 23ê Îlona 2021ê di merasîmekê de li Mûzexaneya Smithsonian a Niştimanî li Washingtonê radestî Balyozê Iraqê li Amerîka Ferîd Yasîn hate kirin.

Vegerandina vê Tableta Gilgamêş bi hewla Serokê Dezgeha Lêkolînên Ewlehiyê yên Amerîka Steve Francis ku bi regezê xwe Iraqî tê kirin.

Tableta ji heriyê “Tableta Xewna Gilgamêş” ku bihayê wê 1,7 milyon Dolar e, di sala 1853an de wek beşek ji 12 tabletan di nav bermahiyên pirtûkxaneya şahê Asûrî Aşûrbanîpal de hatiye dîtin.