Emîrekî DAIŞê li Neynewayê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Emîrekî DAIŞê duhî li rojavayê Neynewayê hate desteserkirin û hewleke teqandina bombeyekê li Bexdayê hat pûçkirin.

Rêveberiya Hewalgiriya Serbazî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, emîrekî DAIŞê ku Hevahengîkarê Dîwana Hozan a DAIŞê bû, li gundekî li rojavayê Neynewayê hate desteserkirin.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, çekdarekî DAIŞê li Bexdayê hate desteserkirin ku bi niyaz bû bombeyekê li nava bazara Kazimiyê biteqîne.

Her girêdayî bi rewşa ewlehiya Iraqê ve, hejmarek çekdarên nenas li bajarê Nasiriye bi çekê (BKC û RPG) li polîsan reşandin, lê ti ziyanên canî rû nedan.

Tora nûçeyan a Nasiriyê destnîşan kir, piştî êrîşê hêzên ewlehiyê dest bi operasyoneke pişknîn û lêgerîna li wan çekdaran kir.