Serok Barzanî: Dilsoziya Danielle Mitterrand ti carî ji bîra gelê Kurd naçe

Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û serokên Fransayê kirin ku hemû rewşan de piştevanî li gelê Kurdistanê kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 7/12/2021an, pêşwazî li kesayetiya Fransî û kurê xanim Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterrand kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pêzanîna xwe ji bo hevsozî û rola dîrokî ya xanim Danielle Mitterrand di alîkariya bi gelê Kurdistanê nîşan da û ew bi miroveke mezin û dosteke mezin bi nav kir.

Serok Barzanî tekezî li wê kir, dilsozî û firmêskên xanim Danielle Mitterrand ji bo zordariya li gelê Kurd hatiye kirin, ti carî ji bîra wî naçe. Ragihand jî, gelê Kurdistanê her çi ji bo xanim Danielle Mitterrand bike, her kêm e û ne di asta alîkarî û dilsoziya xanim Danielle Mitterrand bo gelê Kurdistanê de ye.

Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û serokên Fransayê kirin ku hemû rewşan de piştevanî li gelê Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe vem jî, Gilbert Mitterrand spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê li hember dilsoziya ku bi xanim Danielle Mitterrand kirine kir.

Balyozê Fransa li Iraqê û Konsulê Fransa li Hewlêrê jî di civînê de amade bûn.