Ubeydullah Platîn: Armanca min ew e zimanê kurdî bibe zimanê fermî
Ubeydullah Pilatîn du pirtûkên derbarê perwerde û zimanê kurdî de nivîsî ye.
Diyarbekir (K24) – Mamosteyek ji Êlihê ya bi navê Ubeydullah Pilatîn du pirtûkên derbarê zimanê Kurdî û felsefeya perwerdehiya Kurdî de derxist. Pirtûkek wek Ferhenga Kurdî, Tirkî û Ingilîzî ye, pirtûkek jî derbarê Feksefeya Perwerdehiya Kurdî de ye. Mamosteyê xemxurê zimanê Kurdî dibêje armanca wî û daxwaza wî ya sereke ew e ku Kurdî wek zimanê fermî bê pejirandin.
Mamoste Ubeydullah Platîn ê Êlihî ji bo ku dewlemendiya zimanê Kurdî bide nîşan û di warê perwerdehiya Kurdî de jî kêmasiyan destnîşan bike û rêbazên guncav bide ber mamosteyên zimanê Kurdî 2 pirtuk nivîsîne. Pirtukek wek Ferhenga Kurdî, Tirkî û Ingilîzî amade kiriye û pirtûkek jî wek Felsefeya Perwerdeyê nivîsî ye. Mamosteyê xemxurê zimanê Kurdî ji bo herdu pirtûkan 10 salên xwe daye û amaje dike dê "Ferhenga Perwerdeyê" û "Felsefeya Perwerdeyê" derbarê pergala perwerdeya Kurdî de bibin rêberên girîng.
Nivîskar Ubeydullah Platîn ji K24ê re got: "Dema me lêgerîn kir, me dît ku derbarê perwerdeyê de li fakulteyên ku mamoste tên gihiştin çavkaniyên têrker nînin. Ev ji bo perwerdeya kurdî kêmasiyek mezin bû. Ji ber vê yekê di sala 2010an de min dest bi nivîsîna ferhenga kurdî kir. Herdu berhem jî di qada xwe de gelek girîng in. Lê ev qad bi nivîsîna 1 kesekî têr nabe. Divê zana, nivîskar û akademîsyenên kurd jî ser vê mijarê binivîsin."
Mamoste û Nivîskar Ubeydullah Platîn dide zanîn armanca wî ya di dorê de ew e ku pirtuka duyemîn a Felsefeya Perwerdeyê binivîse û bang dike ku nivîskarên û mamsoteyên ku bi zimanê Kurdî re eleqeder dibin bila gorî derfetên xwe çi kêmasiyek di warê perwerdeya zimanê Kurdî de bibînin binivîsin. Derbarê xebatên Ubeydullah Platîn de welatî jî keyxweşiya xwe tînin zimên û dibêjin pêdiviya zimanê Kurdî xwedîlêderketina bi vî awayî heye.
Nivîskarê hestiyar ê ku pirsgirêkên zimanê Kurdî ji xwe re kiriye xem dide zanîn ku daxwaz û armanca wî ya sereke ew e ku xebatên bi vî rengî berfireh bibin û di encamê de jî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî da ku nifşên nû bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û nekevin ber pêla bişaftinê.