Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 258 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 258 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 88 kes li Hewlêrê, 65 kes li Silêmaniyê, 90 kes li Duhokê, 5 kes li Helebce, 6 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 423 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 377404
Mirin: 6950
Başbûn: 365821
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.