Sengerên Pêşmerge rastî êrîşeke bi mûşekên katyusha hat

Hejmarek mûşekên katyusha li sengerên Pêşmerge li mihwerê Pirdê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê ji hêzên Pêşmerge ji K24ê re ragihand, sengerên hêza Pêşmerge li mihwerê Pirdê îro danê êvarê rastî êrîşeke ji mûşekên katyusha hat.

Di wê derbarê de Cîgirê Fermandarê Mihwerê Pirdê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 19:20 hejmarek mûşek arasteyî sengerên Pêşmerge hatin kirin.

Got jî: 6 mûşekên katyusha ketin xwarê, lê negihîştin aramncên xwe û ti ziyan jî negihîşt hêzên Pêşmerge.

Li gor zanyariyên K24ê, mûşekek li nêzîkî gundê Girgite kete xwarê, yeke din li rojavayê gundê Şêrewa ketiye xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Lîwaya 10 a Hêza Pêşmerge Bapîr Şêx Wesanî ragihand, ew mûşek ji sînorê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatine avêtin.

Di nava çend rojên bûrî de hêzên Pêşmerge li heman deverê û deverên din rastî zincîreyek ji êrîşên DAIŞê hatin û di encam de hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd û birîndar bûbûn.