Termên 41 Kurdên Êzidî li gundê Koço yê Şingalê bi axê tên sipartin

Termên 41 Kurdên Êzidî yên di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, îro li gundê Koço yê Şingalê bi axê tên sipartin

Şingal (K24) – Termên 41 Kurdên Êzidî yên di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, îro li gundê Koço yê Şingalê bi axê tên sipartin.

Peyamnêrê K24ê re da zanîn, Piştî bidawîbûna testa DNA û eşkerekirina nasnameyên wan, îro 41 termên Kurdên Êzidî di merasîmekê de li gundê Koço yê Şingalê bi axê tên sipartin.

Berî demekê termên wan 41 qurbaniyan ji gorên komî yên Şingalê ji bo Bijîşka Dadwerî ya Bexdayê hatibûn veguhestin daku nasnameyên wan nas bikin, duhî Çarşemê jî ew term ji Şingalê re hatibûn vegerandin.

Peyamnêrê me diyar kir, merasîma bixakspasrtina wan terman, bi amadebûna Babe Şêx, Civata Ruhanî, Newzat Hadî wek Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê û Dîndar Zêbarî jî wek Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, çendîn kesayetiyên din Êzidî û malbatên qurbaniyan birêve diçe.

Peyamnêrê K24ê destnîşan kir, piraniya qurbaniyên ku îro bi xakê tên spartin, piraniya wan jin, kesên temen mezin û zarok in.

Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî ser herêma Şingalê ya ku piraniya nişteciyên wê Kurdên Êzidî ne kir û bi hezaran xort û kalemêr, jin û zarokwan hatin jenosîdkirin û revandin.

Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên Revandî duhî dawî amarên taybet bi tawanên DAIŞê belav kir û diyar kir, heta niha 1293 Êzidî di êrîşên DAIŞê şehîd bûne, 2745 zarokên Êzidî sêwî mane, 6417 Êzidî hatine revandin, ji wê hejmarê jî 3550 kes hatine azadkirin. Herwiha nêzîkî 100 hezar Êzidî koçberî derveyî Iraqê bûne.