PDK-S: Pêwîstiya rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi çareseriyên bilez heye

Polîtburoya PDK-Sê raporteke siyasî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û herêmê bi giştî belav kir
PDK-S
PDK-S

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) radigihîne, pêwîstiya rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirinên grûpên çekdaran li wan herêman, bi çareseriyên bilez heye.

Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî belav kir û tê de derbarê pirsa diyaloga di navbera rêjîma Sûriyê û PYDê de ragihand, “Tiştê ku derbarê diyalog û danûstandina di navbera PYD û rejîmê de tê behskirin, ji bilî proseya “hesapgirtinê” ne tiştekî din e. Herwiha ew ji mijarên mafan û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û nakeve çarçoveya çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê ya li gorî biryarên navdewletî jî dûr e .”

Li ser mana hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, Poltburoya PDK-Sê destnîşan kir “Amerîka rijd e ku hêzên xwe herî kêm du salan li deverên rojhilatê Firatê bihêle - li gorî jêderên wê- û ew bawer dike ku hîn erkên wê bidawî nebûne, bi taybet di mijara terora DAIŞê de û çavdêrîkirina berjewendiyên xwe yên çavkaniyên aborî yên wekî neft, gaz û hwd.”

Derbarê diyaloga Kurdî jî di raporta PDK-Sê de hat: “Hîn jî niyaza Amerîka ya berdewamkirina hewlên ji bo lihevhatina Kurdî hene, bi riya jinûve destpêkirina danûstandinên rawestayî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de.”

Herwiha PDK-Sê di wê derbarê de got jî: “Diyaloga Kurdî zêdetirî salekê ye hatiye rawestandin, ew jî bi sedema kiryarên çekdarên PYDê yên berdewam û binpêkirina wan ji “rêkeftina perensîpan” a di navbera fermandariya HSD û aliyê Amerîkî de hatiye îmzekirin.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê PDK-S dibêje: “Hîn jî xelk rastî zehmetî û qeyranan zêdetir dibe, çi ji ber zêdebûna berdewam a nirxê kelûpelan û debara jiyanê û çi ji ber çewsandina ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi PYD ve li dijî xelkê, partiyan û ENKSê tê kirin, wek leşkerkirina kesên temen biçûk, şewitandina ofîsan û gefxwarina li malbatên Pêşmergeyên Roj ku ev kiryar bi ti awayî nakevin berjewendiyên gel û li dijî pîvan û yasayên navdewletî ne.”

Polîtburoya PDKê li ser rewşa Efrîn û Serokê Kaniyê tekez kir: “Êş û azarên gelê me yên li Efrîn, Serêkaniyê û Gerê Spî hîn jî berdewam in, hem ji ber sedemên jiyanê û hem jî ji ber binpêkirinên komên çekdar ên ser bi dewleta Tirkiyê ve ku pêwîstiya wan herêman bi çareseriyên bilez hene.”

Herwiha diyar kir jî, “Di civîna dawî de ligel aliyê Tirkiyê tekezî li ser çareserkirina van pirsgirêkan hat kirin, herwiha kar ji bo nehîştina astengiyên li pêşiya vegera koçberan ser mal û milkên xwe û çareserkirina zulm û zordariyên ku bi sedema binpêkirinan gihîştiye welatiyan, tê kirin.”