Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwendiyeke telefonî ji Wezîra Navxwe ya Brîtaniyayê wergirt

Di pêwendiyê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê û Kenala Îngilîzî hat guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  pêwendiyeke telefonî ji Wezîra Navxwe ya Brîtaniyayê Priti Patel wergirt.

Di pêwendiyê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê û Kenala Îngilîzî hat guftûgokirin.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê hevxemiya gihande Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo ew Pêşmerge û welatiyên ku di encama êrîşên vê dawiyên yên DAIŞê de şehîd bûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe derbarê rewşa ne li bar a koçberên Kurd li ser sînorê Belarus û Polandayê û Kenala Îngilîzî nîşan da û tekezî li wê kir ku pêwîst e li gor yasayên navdewletî serederî ligel were kirin û hevkariyên mirovî û havkarî pêşkêşî wan bê kirin. Herwiha amaje bi wê da ku gef û metiriyên terorê û nearamiya rewşa ewlehiyê, yek ji wan hokeran e ku bûye sedema zêdebûna koçberan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya hevahengiya Brîtanya, Fransa û welatên din ên Yekîtiya Ewropa ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan kir. Amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkarî û hevahengiyekê ligel Hikûmeta Federalî û welatên Ewropa ragihand, bi taybet asankarî ji bo vegera arezûmendane ya koçberan bo Herêma Kurdistanê. Herwiha tekezî li ser hevkarî û hevahengiyekê hate kirin ji bo girtina rêkarên yasayî li hember wan grûp û qaçaxçiyên ku koçberan dixapînin.