Wênekêş Suer, bû wênekêşê dîrokê yê herî baş yê sala 2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, di pêşbirka wêneyên cihên dîrokî ya sala 2021 ya navnetewî (Historic Photographer of the Year 2021) de di nav 40 wênekêşên herî baş yên cihanê de hate hilbijartin. Suer, bi wêneyê xwe yê peykerê Qralên Kommagene ku li bajarê Semsûr’ê (Adiyaman) li sere çiyayê Nemrût kişandibû ev xelat vergirt. Suer, di sala 2017’yan de jî di heman pêşbirkê de bi 2 wêneyên xwe yên ji Amedê din av 40 wêneyên herî baş de cih girtibû.

Wênekêşê navnetewî Mehmet Masum Suer, bi 26 wêneyên xwe yên ji bajarên Wan, Riha, Amed, Heskêf û Semsûr’ê beşdarî pêşbirkê bû. Belê wêneyê wî yê ji Semsûrê ku di sala 2015’yan de kişandibû ji aliye jüriye ve balkêş hate dîtin. Di vî wêneyê Suer de, peykerên du qralên Kommagene yên dîrokî di nav berfê de xuya dikin. Di pêşbirka ku li Brîtanyayê her sal tê lidarxistin de wênekêşê Brîtanî Steve Liddiard bi wêneyê xwe yê ku li Galler’ê kişandibû xelata wênekêşê sala 2021’an yê herî baş vergirt. Di pêşbirka ku ji her welatê cihanê gellek wênekêş bi hezaran wêneyê xwe beşdar bibûn de 40 wênêyên ku man fînalê jî, weke wêneyên herî baş yên sala 2021’an ve hatin hilbijartin.

Pêşbirk ji aliyê History Hit TV, Sky History TV, saziya parastina xweza û derdorê ya Brîtanya ya bi navê Historic England, Komeleya Hunera Wêne û Dîrokê AHFAP û saziya bi navê Trip Historic ve tê emade kirin. Di encama pêşbirkê de wêneyên ku xelat vergirtin û wêneyê Suer jî di nav wan de bû li gelek welatên cîhanê de, di serî de ji aliyê CNN, BBC, Ajansa Rûsya Spûtnîk û gelek televizyon, rojname û malperên nûçeyan ve hatin weşandin û parve kirin. Medya ya Brîtanya, Turkiye û Iranê jî cihekî fireh da van wêneyan.

Wênekêşê Kurd Suer jî bi wêneyê xwe di nav van wênekêşan de cih girt. Suer, derbarê vê serkeftina xwe de wiha axivî: “Heta îro min di gelek pêşbirkên navnetewî de gelek xelat vergirtin. Lê ji ber ku di pêşbirkêk wiha bi prestij de ev cara duyemîne ku wêneyê min dikeve nav 40 wêneyên hêrî baş yên salê de ez gelekî serbilind û kêfxweş im. Bi vê pêşbikê te armanc kirin ku cih û warên dîrokî bi rêya medyaye bi cihanê bê nasandin. Ji berk u ev du carin vê derfetê bidest dixim û berhemen dîrokî yên welatê xwe bi cihanê didim nasîn ez gelekî bextewer im.”

Wêneya ku wek baştirîn wêne hatiye diyarkirin
Mehmet Masum Suer