Karwana nehem a koçberan ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê

Bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 417 koçber ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke din a koçberên Herêma Kurdistanê yên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Ev karwana ku ji 417 koçberan pêk tê, karwana nehem a koçberên Kurd e ku li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi arezûmandane ji Belarusa vedigere Herêma Kurdistanê.

Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî tomarkirina zêdetirî 1000 koçberên din, kariye 3 hezar û 468 koçberan vegerîne Herêma Kurdistanê.

Koçberên ji ser sînorê Belarus û Polandayê vedigirin, behsa çîrokên xwe dikin û diyar dikin, wan gelek êş zehmetî li ser sînoran dîtin û ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin.