Pêşmerge diçe Mexmûrê

Ji bo rûbirûbûna DAIŞê çend lîwa li Mexmûrê tên bicihkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro 12/12/2021ê şandeke Pêşmerge û şandeke artêşa Iraqê ji bo guftûgokirina pêkanîna lîwayeke hevbeş û bicikirina wê li Mexmûrê bicivin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro şandeke Pêşmerge û şandeke artêşa Iraqê li ser guftûgokirina bicihkirina rêkeftina di navbera wan de ya derbarê rûbirûbûna DAIŞê de bicivin.

Li gor zanyariyên Peyamnerê me, di civînê li ser pêkanîna 2 lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de û bicihkirina wê li Mexmûrê guftûgo tên kirin.

Destnîşan kir jî, di mijareke din a civînê de, guftûgo li ser amadekariyên pêkanîna operasyonên hevbeş li navçeyê û jinavbirina pêgehên DAIŞê tên kirin.