Dijeterora Kurdistanê: Otomobîleke artêşa Iraqê li Şingalê hat şewitandin

Alîgirên YBŞê û artêşa Iraqê de li Şingalê rûbirûyî hevdu bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê derbarê rewşa Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê de hat, “Di encama rûbirûbûna xwepêşandar û alîgirên YBŞê û artêşa Iraqê de li qezaya Şingalê, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 xwepêşander jî birîndar bûn.”

Diyar kir jî, “"Piştî van aloziyan di navbera şervanên PKK'ê û artêşa Iraqê de, pevçûnên çekdarî rû dan û artêşa Iraqê vekişiya"

Îro çekdarên ser bi PKKê ve dewama fermî ya dewletê li Şingalê rawestandin û artêşa Iraqê jî hêzeke ber bi Şingalê ve bir.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê daxuyaniyek derbarê rewşa îro ya Şingalê de belav kir û diyar kir, hêzên ewledarîyê dest bi lêkolînan li ser bûyera teqekirinê û avêtina bombeka molotof li ser Hummerek artêşa Iraqê de kirine.