Mcgurk: Washington bi rêkeftina stratejîk a bi Iraqê re pabend e

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka pabendbûna xwe bi rêkeftina stratejîk a ligel Iraqê tekez nîşan dide û tekez dike, ew Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên herêmê bi kar nayîne.

Rêkxerê Asayişa Netewî ya Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk ragihand, Amerîka bi rêkeftina stratejîk a di navbera Washington û Bexdayê de pabend e.

Amerîka û Iraqê di çarçoveya diyaloga stratejî de li hev kirin, Amerîka heta dawiya îsal, dê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û dê tenê di warê şêwir, rahênana serbazî û şerê terorê de alîkariya Iraqê bike.

Wî berpirsê Amerîkî tekez kir jî, Amerîka xak, asman û ava Iraqê ji bo êrîşkirina li ser welatên herêmê bi kar nayîne.

Herwiha diyar kir, Piştevaniya Amerîka ji Iraqê re dê berdewam be, bi taybet di ware rûbirûbûna terorê de.

Ev daxuyaniya Mcgurk, di çarçoveya hevdîtina wî bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî de hat ku  Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller jî amade bû.