Nivîskar: Xebata Şêx Ebdulselam Barzanî dikare bibe çareseriya pirsên siyasî û civakî

Nivîskarên Bakurê Kurdistanê: Şêx Ebdulselam Barzanî bi çaksazî û nêrînên nûjen bûye pêşeng
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di salvegera darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dîroknas û siyasetmedaran ve giringiya Şêx Ebdulselam Barzanî  tê bibîrxistin û tê amajekirin ku perspektîfa Şêx Ebdulselam Barzanî ya nûjen a destpêka sedsala 20. de pêşkêş kirî piştî sed salan di roja me de jî dikare bibe çareseriya pirsgirêkên civakî, neteweyî û siyasî.

Şêx Ebdulselam Barzanî. Ev nav di dîroka neteweyî ya Kurdistanê de xwediyê ciheke girîng e ku dema li rojhilatanavîn guvaşên ser civakê tund bûn û maf  û azadiyên mirovan dihatin binpêkirin, dema li Ewropayê şerek tûj hebû Şêx Ebdulselamê Barzanî di serê sedsala 20. de persprektîfek wisa nîşan da ku hîn jî gelek welatên nûjen negihîştine wê astê. Şêx Ebdulselamê Barzanî bal kêşandibû ser wekheviya civakî, wekheviya zayendî û wekheviya neteweyî. Siyasetmedar Henîfî Tûran dibêje perspektîfa Şêx Ebdulselam Barzanî dikare îro jî bibe dermanê çareseriya gelek pirsgirêkên siyasî, civakî û neteweyî.

Siyasetmedar û endamê Rêveberiya Lijneya Navendî ya PAKê’ê Henîfî Tûran ji K24ê re got: “Ji Osmaniyan bi telgrafekê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî dike, dibêje divê peywirdarên dewletê yên Kurdistanê baş Kurdî bizanin û daxwaz dike ku bacên ji Kurdan tên sitandin bo çêkirina dibistanan û rê werin xerçkirin.”

Şêx Evdilselam Barzanîyê ku di sala 1868an de li gundê Barzan hatî dinê yekîtiyek di nav êl û eşîrên Kurdan de yekîtiyek xurt jî ava kiriye ku şêwaza wî ya rêvebirin û pêkvejiyanê wek  rêbazek hêjayî mînakgirtinê tê nirxandin. Lêkolîner û nivîskar Tehsîn Sever dibêje Şêx Evdilselam Barzanî bi çaksazî û nêrînên nûjen bûye pêşengekekî girîng.

Lêkolîner û nivîskar Tehsîn Sever dibêje: “Şêx Edilselam Barzanî Pêşengek ji hevdemên xwe cuda ye ku axê li civakê belav dike, qelend radike, zewaca bi zorê radike, konseyek rêvebirinê ava dike ku ev yek demokrasi ye û piştî sed salan ev rêbaz hêna nû tê famkirin û rêvebirin.”

Dema ku Pêşengê bibandor ê dîroka Kurdistanê Şêx Evdilselam Barzanî yê ku di sala di 1914an de di encama dadgehek bêseruber de hatiye darvekirin parêzgarê Mûsilê jî Suleyman Nazîf bû ku Lêkolîner û Nivîskar Mahmud Begîk dibêje Suleyman Nazîf ji kevneşopiya Îttîhat Terakkiya dijberiya Kurdan dikir hatiye.

Lêkolîner û nivîskar Mahmud Begîk diyar dike: “Li ser daxwazên wî Osmanî êrîşî wî dikin û ew jî derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û li Rojhilat li mala Sofî Evdila rastî îxanetê tê û Sofî Evdila wî radestî Osmaniyan dike û di mehkemeyek bê seruber li Musilê tê darizandin û parêzgarê wê demê yê Musila Suleyman Nazîfê Diyarbekirî bû ku Ebdulrezak Bedirxan jî dema wî de li Musilê hatibu darvekirin.”

Dema Şêx Ebdulselam Barzanî tê darvekirin birayê Şêx Ebdulselam Barzanî Mela Mustefa Barzanî jî 11 salî bû, Mele Mistefa barzanî dema birayê xwe di wê rewşê de dibîne ji xwe re dibêje ezê ti caran radestî dijminê xwe nebim û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û agirê tekoşîna Azadiya Kurdistanê pê dixe.