HDKê 2 “sîxur” radestî Herêma Kurdistanê kirin

Wan her du kesan ji Îranê re sîxurtî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) ragehand, wan 2 kes girtine ku di êrişa mûşekî ya li dijî baregeha wan a li Koyê de ji Îranê re sîxurtî kiribûn.

Roja 8 Îlona sala 2018, Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha sereke ya HDKê li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê kiribû.

Di wê êrişê de 16 Pêşmergeyên Rojhilatî şehîd bûbûn û gelek jî birîndar bûbûn. Di nav şehîdan de 6 endamên rêveberiya wê partiyê hebûn.

HDK di daxuyaniyekê de ragehandiye, piştî lêpirsîn û lêkolînên berfireh, wan 2 kes girtine ku wek Pêşmerge xwe xistibûn nav rêzên wan, lê di rastiyê de sîxurên Îranê bûne û ji bo xirabkarî û terorkirina endam û serkirdeyên wan tevlî wê partiyê bûne.

HDK da zanîn jî, wan sîxuran li ser êrîşa mûşekî ya 8 Îlona 2018 agahî dabûn pasdarên Îranê û wan jî baregeha wan mûşekbaran kiribûn.

Di daxuyaniya HDK de hatiye gotin, wan sîxuran ku navê yekî Keywan (Soran) û yê din Feyzî (Feraz Selewatî) ye û her du jî xelkê bajarê Sine ne, di lêpirsînê de li sîxurtiya xwe mukir hatine û her tişt qebûl kirine.

HDKê ragihand jî, ji ber ku ew tawan li Herêma Kurdistanê bûye û wek rêz ji bo serweriya Herêma Kurdistanê re jî, wan ew her du tohmetbar radestî dadweriya Herêma Kurdistanê hatine kirin.