Li Stenbolê agir bi mala penaberên Sûrî ket: 4 zarok bûn qurbanî

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Malbateke Sûrî, ji ber şerê li welatê xwe koçî Stenbolê kiribûn da ku jiyana xwe berdewam bikin. Lê li Stenbolê li mala ku diman sobeya bi kareba dihat şixulandin û ev sobe piştî diqelibe erdê agir bi malê dikeve. Di bûyerê de 4 zarokên penaber dimirin, 2 kes jî birîndar dibin.  

Ev mala ku di jêrzemîna binê avahiyeke 4 qatî de cîh digire ji zarokên penaber re ku ji ber şerê li Sûriyê koçî Stenbolê kiribûn bû gor.

Li navçeya Esenyurta Stenbolê agir bi mala penaberên Sûrî ket. Di bûyerê de 4 zarokên ji 9 salî biçûktir in jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan Fatma Hammud û brayê wan ê 2 salî Sakkar Hammud birîndar bûn û ew hatin rakirin nexweşxaneyê.

Cîranê malbata Sûrî Gokhan Yildirim ji K24ê re got: “Şevê dinê katjimêr 2 û nîv bû, me hawara dayika Sûrî bihîst û me dît ku dûyên agirê ji malê derdikeve. Ji ber dû zêde bû em nikariyan biçûn hundir. Me ji derva pencere şikand û ketin malê. Me zarokek ji malê derxist lê ji ber ku agir û dû bi lez belav dibû me xwe negihand zarokên din mixabin.”çLi gorî gotina cîranan, li mala penaberên Sûrî gazasirûştî hebû lê ji ber deynê xwe nekariyan bidin gaza wan hatibû birrîn û bi sobeya ceyranî xwe germ dikirin, bi şev dema ev sobe diqelibe agir bi malê dikeve.

Mixtarê Taxa Uçevler a Esenyurtê Mehmet Yildirim jî diyar kir: “Malbata Sûrî ev 7 meh in li vê malê dijiyan. Li mal sobeya bi ceyran hebû bi şev diqelibe û agir bi malê dikeve. 4 zarokên ji 9 salî bîçûktir in dimirin. Dayik û zarokek birîndar dibe. Bavê zarokan, ji ber tehde û tundî li malbata xwe dikir ji zû da ye hatiye girtin û ew di hepsê de ye.”

4 termên zarokên Sûrî li Stenbolê dê bên veşartin. Piştî termên zarokan hatin derxistin cilek û hin solên zarokên biçûk ên di bûyerê de mirin li ber deriyê malê man.