Siûdiye: Em dixwazin pêwendî bi Îranê re asayî bin, ev jî li ser wê dimîne

Wezîrê Derve yê Siûdiyê tekez dike: Me heta niha ti guhertineke rasteqîne di reftarên Îranê de nedîtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Hevkariya Kendava Erebî radigihîne, ew li bendê ne ku rola erênî ya rêveberiya nû ya Îranê di kêmkirina rageşiyê de hebe.

Encûmena Hevkariya Kendavê di civîna xwe ya 42emîn a ku li Riyadê hat lidarxistin de ragihand, ew li bendê ne ku rola erênî ya rêveberiya nû ya Îranê di kêmkirina rageşiyê û avakirina baweriyê de hebe.

Di daxuyaniya xwe ya dawî de Encûmenê Hevkariya Kendavê tekezî li ser wê yekê kir, “giring e civaka navdewletî bi ciddî serederiyê bi dosyaya navokî ya Îranê re bike.”

Destnîşan kir jî: “Girîng e endamên Encûmena Hevkariya Kendavê di her danûstandinên navdewletî yên ligel Îranê de beşdar bin.”

Herwiha Encûmena Kendavê helwesta xwe ya redkirina dagîrkirina Îranê ji her sê giravên Îmarata Erebî, Tunb El-Kubra, Tunb El-Suxra û Ebû Mûsa nîşan da.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan ragihand, ew dixwazin pêwendiyên wan ên asayî bi Îranê re hebin, lê ev girêdayî hevkariya Tehranê ye.

Bin Ferhan ku piştî lûtkeyê konferanseke rojnamevanî bi Sekreterê Encûmena Hevkariya Kendavê Nayif El-Hicrif re li dar xistibû, got: “Em gotûbêjên navokî yên li Viennayê dişopînin û em ji helwesta Îranê nîgeran in.”

Bin Ferhan got: “Bernameya navokî ya Îranê, herî zêde li ser welatên Kendavê metirsîdar e”. Got jî: “Em rêkeftineke navokî ya demdirêj û berfireh bi Îranê re dixwazin.”

Herwiha got jî: “Çêtir e ku Siûdiye beşek ji danûstandinên Viennayê be, Siûdiye ji her mekanîzmayê re vekirî ye ku metirsiyên Kendavê çareser bike.”

Wezîrê Derve yê Siûdiyê tekez kir jî: “Me heta niha ti guhertineke rasteqîne di reftarên Îranê de nedîtiye.”