Pispor: Egereke zêde heye Kilicdaroglu li hember Erdogan bi ser bikeve

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê Serokê partiya sereke yê muxalefeta vî welatî Kemal Kilicdaroglu ragihand ku ger muxalefet qebûl bike ew dikare bibe namzedê serokkomariyê yê muxalefetê. Pispor dibêjin Kilicdaroglu li hember Erdogan dibe ku serbikeve. HDP bi qebûlkirina rêhezan dibêje dibe ku ew piştevaniya Kilicdaroglu bikin. Şirovekarên siyasî jî balê dikşînên ser girîngiya rola dengdêrên Kurd û dibêjin, CHP encax bi Kurdan dikare bi ser bikeve.

Li Tirkiyê di bin siya qeyrana aborî de partiyên muxalefeta vî welatî bi sedema ku ev deshilata heyî nikare welêt birêvebibe daxwaza hilbijartineke pêşwext dikin. Ji ber vê çendê jî di nava partiyên muxalefetê de nîqaşên diyarkirina namzedê bo serokomariyê gur dibe. Ji ber vê çendê jî serokê partiya muxalefeta sereke CHP Kemal Kilicdaroglu got ger bê qebulkirin û partiyên muxaleftê bipejirînin ew dikare bibe namzede serokkomariyê yê muxalefetê.

Li gorî hin zanistên siyaseta navxweyî ji ber ku niha li Tirkiyê rêjeyeke zêde ya dijberiya Erdogan heye, egera serkeftina Kemal Kilicdaroglu jî zêde ye.

Doç. Dr. Burak Bîlgehan Ozpek ji K24ê re got: “Di heyama ku bawerî û piştevaniya ji bo deshilatê taybetî jî bo Erdogan kêm dibe, muxalefet kî wek namzed nîşan bide serkeftina wî zêde ye. Bêgûman Kemal Kilicdaroglu jî di siyaseta Tirkiyê de kesayeteke girîng e û bi daxuyaniyên xwe yên dawî eleqeyek mezin dît. Ji ber vê çendê serkeftina wî zêde ye. Lê belê bila neyê jibîrkirin ku deshilat û Erdaogan hêj bihêz in û dengê wan di ser ji sedî 35ê de ye. Namzdê ku derkeve pêşberî Erdogan lazim e gellek baldar be.”

Li gel vê yekê yek jî mijara cihê nîqaşê jî ev e ku HDP namzediya Kemal Kilicdaroglu çawa dibine ye.

Berdevka HDPê Ebru Gûnay dibêje: “Hewlesta HDPê ya derbarê namzedan de diyar e. Çi namzedê HDPê be çi jî namzedê partiyeke din ji bo me kesayet ne girîng e. ji bo guherîneke demokrarîk rêgez û medod girîng in. Ger li ser rêgezan lihevkirinek çêbe em dikariN piştevaniya namzedê hevpar bikin.”

Pisporên ku balê dikşînin ser giringiya dengdêrên Kurd jî amaje dikin ku niha li bajarên bakurê kurdistanê eleqeya bo CHPê zêde ye.

Akademîsyen Tevfîk Erdem diyar dike: “Di nava siyaseta Tirkiyê de dengdêrên herî polîtîk dengdêrên Kurd in. Em dibînin ku di rojên dawî de taybetî li Diyarbekir û çendîn bajarên din yên Kurdan eleqeya ji bo CHPê û Kemal Kilicdaroglu zêde ye. Kurdên ku ji HDPê û Ak Partiyê xeyîdîne berê xwe didin CHPê. Bê gûman CHP jî dizne ku bêyî Kurdan serkeftinek çênabe. Ji ber vê çendê dê politikaya xwe li dijî daxwazên Kurdan nûjen bike û dê Kurd jî zêdetir berê xwe bidin CHPê.”

Di şert û mercên heyî de ger çi guherîn çênebin dê hilbijartinên giştî û serokkomariyê Hezîrana 2023and e bên lidarxistin. Namzedê deshilatê yê bo Serokkomariyê, Serokkomarê heyî Erdogan e. Heta niha namzedê Muxalefetê ne hatiye zelalkirin. Li gel Serokê giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, navê şaredarên bajarên mezin yên Stenbol û Enqerê jî tê bilêvkirin. HDP jî dibêje ger rêgezên me neyên cbicîkirin dê namzedê me hevserokê berê yê girtî Selahattîn Demîrtaş be.