Îlham Ehemd: Hewlên Rûsyayê yên ji bo danûstandinên MSD - Şam bi ser neketin

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed: Hikumeta Sûriyê heta niha diyalogê red dike
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehemd ragihand, hewlên Rûsyayê yên ji bo pêkanîna danûstandina di navbera MSD û Hikûmeta Sûriyê de bi ser neketin.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed di civîna salane ya MSDê ya ji bo nirxandina encamên Kongreya Herêma Cizîr û Furatê de ragihand, ti hewlên ji bo pêkanîna danûstandinan bi Hikûmeta Sûriyê bi ser neketin.

Îlham Ehmed bal kişand ser rola Rûsya û hewldanên wê yên pêşxistina van diyalogan û got: “Ev hewldan heta niha bê encam bûn, sedema vê yekê hikumeta Sûriyê ye ku diyalogan red dike û dixwaze temenê aloziyê dirêj bike.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê destnîşan kir, diyalog nayê wateya radestkirina herêman û got: "Ev diyalog li ser asta siyasî ya giştî ye, em li proseya siyasî ya rasteqîn digerin."

Berî nêzîkî mehekê şandeke MSDê bi serokatiya Îlham Ehmed serdana Moskoyê kiribû û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê civiyabû.