Li Îranê yekem haleta pêketina bi “Omicron” hat tomarkirin

Nexweşxaneyeke Îranê
Nexweşxaneyeke Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Îranê yekem haleta pêketina bi guhartûya vîrûsa Koronayê “Omicron” tomar dike.

Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Zanyariyan a Wezareta Tendirustiyê Mihemed Haşimî ragihand, îro civînek bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê hat lidarxistin û tê de pêketiya yekem haleta Omicronê li Îranê hat piştraskirin.”

Diyar kir jî, ew kesê bi Omicronê ketiye, rêwiyekî Îranî ye û berî demeke nêzîk ji welatekî ciran hatibû.

Got jî: Di civînê de dê protokolên tendirustiyê werin guftpgokirin û piştî civînê jî dê encam û rênimayên taybet bi rêgirtina li belavbûna vê guhartûya nû ya Koronayê werin ragihandin.