Yapicioglu: Nayê qebûlkirin li parlementoyê Kurd û Kurdistanê bên înkarkirin

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu: Berê navê Kurdistan rakirin, piştre navê Kurd rabû, sibê jî dê bibejin Kurd jî tune ne
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Partiya Doza Azad (Huda Par) Lli Enqera Paytexta Tirkiyê b bernameyeke berfireh 9emîn sersala xwe pîroz kir.Di bernameya pîrozbahiya Huda Parê de rojeva serok û rêvebran de neçareserkirina pirsa Kurd, qeyranên heyî û hilbijartineke pêşwext hebû. Serokê Huda Par ragihand, deshilat îro ji bo ku pirsa Kurd neyê çareserkirin hewl dide ev yek nayê qebûlkirin. Berdevkê vê partiyê jî ragihand ku ew bo hilbijartinekê amade ne.

Li Tirkiyê Partiya Doza Azad (Huda Par) ku di nava siyaseta Tirkiyê de taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê bihêz e, bi boneya 9emîn salvegera xwe li Enqera paytexta Tirkiyê bernameyeke berfireh li darxisti. Li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê rêveber, endam, berpirs û aligirên Huda Parê beşdarî vê bernameyê bûn.

Di bernameyê de serokê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu bal kişand ser kêşeyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û da zanîn ku îro li Tirkiyê mijara sereke ya neçareserkirî pirsa Kurd e û bi tu awayê nayê qebûlkirin ku di bin banê parlementoyê de Kurd û Kurdistanê bê înkar kirin.

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu ji K24ê re got: “Êrê di kêşeya Kurd de di salên dawî de hikûmet her ku diçe perapaş diçe. Heta çend caran serokkomar got kêşeyeke wisa tune ye. Lê di her fersendê de em dibêjin ev kêşeye hêj çareser nebûye lazim e rojek beriya rojekê ê çareserkirin erê mijaxib hikûmet berapaş diçe. Heta doh digotin Kurd û Kurdistan serbest e heta digotin ev nawê bi Kurdî bûn em wan îade bikin. Va ye hêdî hêdî berûpaş berê navê Kurdistan rabû, piştre navê Kurd rabû sibê wê bejin Kurd jî tune belkî eger wiha berdewam bike ji bo kesî jî ne xêr e.”

Li gel vê yekê berdevê Huda Parê Şehzade Demîr jî diyar kir ku qeyranên di nava Tirkiyê de êdî nayên çareserkirin û got lazime hilbijartinek bê lidarxistin û ew jî bêyî ku bikevin nava tifaqekê de bo hilbijartinê amade ne.

Berdevkê Huda Parê Şehzade Demîr got: “Îro pirsgirêkên Tirkiyê pir girîng bûne pirzêde bûne. Siyaseta Tirkiyê nameşe. Pirsgirêkên Tirkiyê yên siyasî, yên iqtîsadî û civakî çareser nabin. Ev rewşa heyî ji bo Trkiyê xeter e. sibe jî hilbijartin çêbibe,sala 2023an de jî çêbibe her gav em hilbijartinê re amade ne. Îro em xwe di aliyê tu tifaqê de jî nabînin. Îro haziriyên Huda par ewe ku bi şekê serbixwe bikeve hilbijartinêde ye.”

Partiya Doza Azad (Huda Parê) di 19ê Berfanbara sala 2012an de weke partî hate avakrin û di siyaseta Tirkiyê de cih girt. Her çiqas li 81 bajaran rêxistina wê hebe jî taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê yên weke Diyarbekir, Êlih û Çewligê bi bandor e. Herwiha ev partî roja ku hatiye avakirin heta niha her bi serbixwe dikeve hilbijartinan.