Aborînas: Cîhan ber bi qeyraneke global ve diçe

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê di demekê de ye ku ji ber zêdebûna nirxê dolar û enflasyonê hemû kertên bazirganiyê ji ber têkçûnê nê. Taybetî di demên dawî de bandora zêdebûna nirxê dolar ya li ser pişesaziya Tirkiyê jî bûye cihê nîqaşê. Ji ber vê yekê bi pêşengiya Jûra Endezyar û avahîsazan û bi beşdariye aborînasên Tirkiyê yên navdar Kongreya Pîşesaziya Cîhan û Tirkiyê hate sazkirin.

Di destpêka kongreyê de serkêş û pêşengê aborînasên Tirkiyê Prof. Dr. Korkut Boratav da zanîn ku niha tevahiya cîhanê di warê pîşesazî, dîtina çavkaniî û madetê xam de qeyranek heye û vê yekê jî kiriye kul i rojhilata Navîn şer gurtir bibe û di asta global de jî rikeberî zêde bibe

Aborînas Prof. Dr. Korkut Boratav got: “Di nava 40 salên borî de çavkaniyên heyî ji bo pîşesaziya cîhanê bê kontrol hatin mezaxtin. Di salên dawî de jî ji ber kêmbûna çavkaniyan qeyraneke mezin di warê pîşesazî de tê çaverêkirin ku li sernaserê cîhanê rû bide. Her hêzeke global ji bo ku bo pîşesaziya xwe çavkaniyên nû peyda bike di nava lêgerînan de ye. Ber vê çendê li rojhilata Navîn û tevahiya Efrîqayê şer kêm nabe û rikeberiyên navbera welatan de jî zêde dibe. Pîşesaziya cîhanê ber bi qeyraneke global ve diçe.”

Aborînas Azîz Konukman jî ku li ser rewaş pîşesaziya Tirkiyê lêkolînan dike amaje pê kir ku di heya pîşesaziya Tirkiyê nêviyê zêdetir girêdayî derve ye zêdebûna nirxê dolar pîşesaziyê Tirkiyê aniye asta temamî rawestandinê.

Aborînas Prof. Dr. Azîz Konukman ji K24ê re got: “Pîşesaziya Tirkiyê ya ku berhemên ji bo hinardeyê hildiberîne têk çûye. Ji ber ku niha hemû kertên pîşesaziya Tirkiyê hilberîna xwe bi meteryalên ku stok kirine dike. Lê piştî ku ev stok bi dawî bû dê çi bike? Niha pîşesaziya Tirkiyê ji sedî 65 ji derve ve girêdayî ye û Tirkiye madeyê xam ango meteryalên xwe bi dolar ji derve distîne. Di van şertên heyî de dê çawa pêşesazî pêş bikeve û hilberîn bê kirin? Ya rast niha hilberîna pîşesaziya Tirkiyê berev têkçûneke mezin ve diçe.”

Kongreya pîşesaziya Tirkiyê ku ev 50 sal in tê lidarxistin û vê du rojan berdewaam bike bandora veyrosa koronayê ya li ser tevahiya aborî, hinarde û hawirdeya Tirkiyê jî dê bi berfirehî bê nirxandin. piştî kongreyê dê encamnameyeke berfireh ji rayagiştî re bê eşkerekirin.