Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Îranê li Iraqê kir

Serok Barzanî û Balyozê Îranê tekezî li cibicîkirina perenîpên hevbeşî, sazan, û hevsengiyê di hikumraniya Iraqê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 21/12/2021ê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, encamên hilbijartinê û pêngavê jihevnêzîkkirina aliyên Iraqî hatin guftûgokirin.

Her di wê civînê de, tekezî li cibicîkirina perenîpên hevbeşî, sazan, û hevsengiyê di hikumraniya Iraqê de hate kirin, ew jî ji bo bidestanîna aramî û rastrêbûna proseya siyasî ya Iraqê.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî, bazirganî û kulturî, mijarên din ln civînê bûn.