Li Efrînê 5 welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Li navçeya Şêrewa ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Şêrewa ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin.
Jêderekî li Efrînê ji K24ê re ragihand; 5 welatiyên sivîl li gundên Basûfanê û Birc Heyderê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.
Di naverasta meha Çileya 2018an de, Tirkiye ji erd û esman dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Efrînê û derdora wê kiribû.
Piştî derbasbûna 58 rojan di ser destpêkirina topbaran û bombebaranên ji erd û esman, di roja 18ê Adara 2018an de, Efrîn ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên ser bi wê ve hatibû kontrolkirin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.
Piştî sê salan ji dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê ve, niha rêjeya Kurdên li wê herêmê ji %97 daketiye %35an.