Serok Barzanî û Nûrî Malîkî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiya Şîe bi serokatiya Nûrî Malîkî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22/12/2021ê pêşwazî li şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiya Şîe bi serokatiya Nûrî Malîkî kir.

Di hevdîtinê de, encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ya meha Cotmeha borî û dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser yekê ku pêwîst e pêdaçûn di hikumraniya Iraqê de bê kirin, sûde ji ezmûnên berê werin girtin û perensîpên bevbeşî, sazan û hevsengiyê di proseya hikumraniyê de li ber çavan were girtin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê astengiyên li pêş Iraqê, babeta xizmetguzariyê, gefên terorê, pirsgirêkên jîngeh, kêmbûna avê û daxwazên welatiyan hatin kirin û tekezî li ser berdewamiya hewlên nêzîkkirina nêrînên aliyan û destkeftiyên pêkhateyan hate kirin ji bo dîtina çareseriyên guncaw ji qonaxên bê re û derbaskirina astengiyên li pêş pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.