Rêkeftineke Tirkî-Qaterî ji bo karkirina Firokxaneya Kabulê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin, Tirkiye û Qeterê li hev kirine Firokxaneya Navdewletî ya Kabulê bi hev re bixin kar û di vê mijarê de jî danûstandinan bi hikûmeta Afxanistanê berdewam in.

Jêderên agehdar dan zanîn, şandeke Tirkî-Qaterî dê îro Pêncşemê bi firokeyeke taybet biçe Efxanistanê, ji bo gotûbêjkirina rêkeftina fermî ya karkirina Firokxaneya Navdewletî ya Kabulê bi hikûmeta demkî a wî welatî re.

Çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kir, di heyama borî de çendîn danûstandin di navbera şandên Qeterê û Tirkiyê de hatin kirin û ji bo vê mebestê di navbera du kompaniyên Tirkiyê û Qeterê de li ser bingehê hevkariyeke wekhev, peymaneke hevtêgihîştinê hat îmzekirin.

Diyar kirin jî, îmzekirina fermî li perawîza beşdarbûna Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîna heftemîn a Komîteya Bilind a Stratejîk a Hevbeş a Tirkiye û Qeterê de di 7ê Kanûnê de, hat.

Çavkaniyan eşkere kirin, îmzekirina fermî ya peymana Tirkiye û Qeterê ya ji bo karkirina Firokxaneya Kabulê di navbera kompaniya Tirkî (Rainbow Sky) û kompaniya Qeterî (Matar) de ye.

Derbarê vê mijarê de ji aliyê rayedarên Tirk û Qeterê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Firokexaneya Navdewletî ya Hemîd Karzayî li Kabulê girîng e, ji ber ku ew hêleke asmanî ya sereke ye ji bo Efxanistana dorpêçkirî bi cîhanê re, di demekê de ku bi milyonan xelkê wî welatî rûbirûyî gelek metirsiyên mirovî dibin, nemaze di zivistanê de.

Di nîvê meha Tebaxa borî de, bi temambûna vekişîna leşkerên Amerîkî ji Efxanostanê re, tevgera "Taliban" Efxanistan bi temamî xist bin kontrola xwe.

Welatên cîhanê heta niha jî rijd in ji bo naskirina desthilatdariya “Taliban” dudil in û wê yekê jî bi reftarên tevgerê ve girê didin, bi taybetî di warê rêzgirtina li mafên mirovan û karkirina “terorîstan” li welat.