Wezîrê Derve yê Îtalyayê gihîşt Hewlêrê

Wezîrê Derve yê Îtalyayê di vê serdanê de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio îro 23/12/2021 bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re,  gihîşt Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re,  gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hate kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, Wezîrê Derve yê Îtalyayê di vê serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û pirsên niha yên Iraqê, bi taybet metirsî û gefên terorê li herêmê guftûgo bike.

Wezareta Derve ya Îtalyayê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio roja Çarşemê 22/12/2021ê serdana Kuwêtê dike û piştre serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Diyar kir jî, Luigi Di Maio serdana hêzên artêşa Îtalyayê li Hewlêrê dike ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de li Hewlêrê ne û bi erkê şêwirmendiya serbazî radibin.