Siûdiye hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên lehiya Hewlêrê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Di du peyamên cuda de, Wezareta Derve ya Siûdiye û Komeleya Cîhana Îslamî hevsoziya xwe li gel qurbaniyên lehiya Hewlêrê ragihandin û amadehiya xwe ji bo her hevkariyekê nîşan dan.
Wezareta Derve ya Siûdiye di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezareta Derve ya Siûdiye hevsoziya xwe li gel hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê radigihîne, ji ber wê lehiya wêranker a li Herêma Kurdistanê rû daye û tê de hejmarek kesan cane xwe ji dest dan, birîndar û winda bûn.”
Wezareta Derve ya Siûdiyê sersaxiya xwe arasteyî hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û malbatên qurbaniyan dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re û rizgarbûnê ji windabûyan re dike.
Di daxuyaniyeke din de, Sekreterê Giştî yê Komeleya Cîhana Îslamî û Serokê Desteya Zanayên Mislimanan Şêx Mihemed Ebdulkerîm El-Îsa ji ber lehiyên li Herêma Kurdistanê û Melîsyayê, hevsoziya Besteyê ya temam bi hikûmet û gelên her du welatan nîşan da û sersaxiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyên lehiyan kir, hêviya başbûna zû ji birîndaran re û rizgarkirina windayîna xwast.
Herwiha di daxuyaniyê de hat, Komele amade ye li gor karînên xweher hevkariyeke mirovî û madî bi riya dezgehên xwe yên hawarhatinê alîkariya qurbaniyan bike.