Îran piştrast dike ew ji berhemanîna sotemeniya navokî ve nêzîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê, Mihemed Îslamî tekez kir, welatê wî dikare sotemeniya navokî berhem bîne û di demeke nêzîk de dê dest bi bikaranîna wê li westgeha atomî ya Buşehrê bike.

Îslamî di hevpeyvînekê ligel ajansa “Sputnik” de got: “Me bi saziya Rosatom a Rûsî re hevdîtin pêk anî, û em hêvîdar in di çarçoveya hevkariya xwe de û li ser plan û girêbestên ku emê bi wê re îmze bikin, Em ê karibin dest bi bikaranîna sotemeniya navokî li westgeha Buşehrê bikin.”

Îslamî bal kişand ser wê yekê, Tehranê deynên Moskoyê yên ji bo avakirina yekemîn yekîneya enerjiyê li westgeha etomî ya Buşehrê, daye.

Di bersiva pirsekê de ku eger danûstandinên etomî yên Viennê bi ser nekevin, eger heye ku Îranê pîtandina Uranyumê zêde bike, Îslamî got ku welatê wî pîtandina Uranyumê ji sedî 60 zêde nake.

Da zanîn jî, armanca Têhranê ji pîtandinê, tenê dabînkirina pêwîstiyên pîşesaziyê ye û Îran pabend e bi peyman û rêzikên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî duhî gefa bersiveke bibiryar û berfireh li hember her êrîşekê li ser welatê wî xwar.

Duhî, Îranê manevrayên Supaya Pasdarên Şoreşê ku tê de avêtina mûşekên Balîstîk ên ji modelên cuda, encam da û ew wek "peyamek hişyarkirinê" ji Îsraîlê re bi nav kir.