Li Qeretepe du bombe bi serbazên artêşa Iraqê de hatin teqandin

Serbazekî Iraqê hat kuştin û 14 serbaz jî birîndar bûn.

Germiyan (K24) – Li başûrê Qeretepe du bombe bi hêzên artêşa Iraqê de hatin teqandin. Di encama teqînan de serbazekî Iraqê hat kuştin û 14 serbaz jî birîndar bûn.

Berpirsê Navçeyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Qeretepeyê Kemal Îbrahîm ji K24ê re ragihand; beriya demeke kin, ji ber teqandina bombeyekê bi hêzên ser bi hêzên Bersivdana Bilez a Artêşa Iraqê de li nêzîkî Gola Hemrînê ya li başûrê nahiya Qeretepe, serbazek hat kuştin û heşt serbaz jî birîndar bûn.

Kemal Îbrahîm diyar kir; îro beriya vê teqînê jî di encama teqîna bombeyeke din de li heman deverê, şeş serbazên din ên artêşa Iraqê birîndar bûn.