Parêzgarê Hewlêrê: Divê li zanîngehên Urmiye û Mehabadê beşa zimanê Kurdî were vekirin

"Çawa li zanîngehên Hewlêr û Herêma Kurdistanê beşa zimanê Farisî heye, li zanîngehên Urmiye û Mehabadê jî beşa zimanê Kurdî were vekirin."
Omêd Xoşnaw serdana Fermandariya Mehabadê kir
Omêd Xoşnaw serdana Fermandariya Mehabadê kir

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Fermandariya Mehabadê kir û ji aliyê fermandariya wî bajarî ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Ragihandina Parêzgariya Hewlêrê diyar kir; vê sibê 28ê Kanûna 2021ê, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şanda pê re, serdana Fermandariya Mehabadê kir û ji aliyê fermandar Arif Xidirlû ve hat pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtina navbera Parêzgarê Hewlêrê û Fermandarê Mehabadê de, ku Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê jî amade bû, Fermandarê Mehabadê bi awayekî giştî behsa dîroka Mehabadê ji aliyê kultur, huner, rewşenbîrî û geştiyariyê ve kir.

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz kir ku çawa li zanîngehên Hewlêr û Herêma Kurdistanê beşa zimanê Farisî heye, li zanîngehên Urmiye û Mehabadê jî beşa zimanê Kurdî were vekirin.

Dîmenek ji civînê