DAIŞê êrîşî serbazên Iraqê kir: Kuştî û birîndar hene

3 serbazên Iraqê hatine kuştin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihand; li devera Eyn Leyla ya bakurê rojhilatê parêzgeha Diyala rûbirûbûneke tund di navbera hêzên Iraqê û çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê de rûda.

Hat ragihandin; şer di demeke wisa de pêk hat ku hêzên artêşê ji bo jinavbirina stargehên DAIŞê bi encamdana çalakiyeke serbazî ve mijûl bûn, çekdarên DAIŞê di wê demê de êrîşî hêzên artêşê bûne û di encamê de 3 serbazên Iraqê hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di wê rûbirûbûnê de 3 çekdarên rêxistina DAIŞê jî hatine kuştin.