Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran gundên Bab û Minbicê topbaran kirin

Gundên Bab û Minbicê bi topên hawanan bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ên ser bi wê ve, bi topên hawanan gundewarê Bab û Minbicê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran yên li baregehên Şêx Nasir, El-Şuweyha û El-Zerzûr ên li rojhilatê bajarê El-Bab a gundewarên rojhilatê Helebê bi cih bûne, bi topên hawanan derdora bajarokê El-Erîma gundê û gundên El-Yalanî, Mezarê El-Fewares, Qirtwaran û El-Muhsinlî bombebaran kirin  ku di encamê de ziyanên madî derketin.

Diyar kir jî, grûpên çekdaran ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, beriya çend demjimêran derdora gundê El-Seyad û Cemûsiyê yên gundewarên bajarê Minbicê, li rojhilatê parêzgeha Helebê, bi topên hawanê cê bombebaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan bên.

Destnîşan kir jî, piştî nîvê şeva Duşemê-Sêşemê şer û pevçûn di navbera hêzên girêdayî Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji aliyekê ve û çekdarên ser bi Tirkiyê ve yên li derdora gundê Şêx Nasir li bakurê rojavayê Minbicê bi cih bûne de derket.

Her car li van xetên temasê yên di navbera van aliyan de şer û pevçûnên derdikevin û gundên sivîlan ji aliyê grûpên çekdaran ve tên topbarankirin.