Muqteda Sedir hewl dide Nûrî Malîkî dûr bixe

Muqteda Sedir dixwaze bêyî Nûrî Malîkî li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiya Şîe bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir dixwaze bêyî Nûrî Malîkî li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiya Şîe bicive.

Jêderekî ji nivîsgeha Rêberê Tevgera Sedirê ji medyayê re ragihand, Muqteda Sedir tenê Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Emîndarê Giştî yê Esayib Ehlul Heq Qeys Xezalî, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz vexwand civîneke taybet ji bo pêkanîna hikûmeta nû.

Wî jêderî diyar kir jî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîk ji bo wê civînê nehatiye vexwandin.

Çarçoveya Hevahengiyê ji Hevpeymaniya Fetîh û hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê û ev çarçove li dijî encamên hilbijartinan bû.

Ev civîn di demekê de, piştî pesendkirina encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ve, Rêberê Tevgera Sedir daxwaza bang li pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir.

Komisyona Bilind a Hilbiajrtinan roja 30 Mijdarê borî encamên hilbijartinan ragihandibû û diyar kir, Tevgera Sadir 73 kursiyan di rêza yekem de, Hevpeymaniya Teqedum bi 37 kursiyan di rêza duyem de, Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi 33 kursiyan di rêza sêyem de û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi 31 kursiyan di rêza çaremîn de ne.