Ajalhezek beşek ji dikana xwe ji 140 pisîkan re dike stargeh

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê ajahezekî, beşeke dikana xwe ya amûrê malê ye ji pisîkan re dike stargeh û tê de 140 pisîkan xwedî dike. Ew ajalhez, ligel xwedîkirinê, pisîkên nexweş û birîndar derman jî dike û dibêje: “Qedr û qîmeta bi jiyana mirovan tê dayîn divê heman qedr bi jiyana ajalan jî bê dayîn. Lewra ajal, ewdên bêdeng ên Xwedê ne.”

Hasan Altınbaşak ê ku li Stenbolê dijî, 2 qata jorîn a dikana amûrên malê, ji pisîkan re dike stargeh û xweytiya 140 pisîkan dike. Ew ajalhez, li aliyekê karê rojane yên dikana xwe dike, li aliyekê jî li heman dikanê xweytiya pisîkan dike.

Ajalhez Hasan Altinbaşak ji K24ê re got: “Beriya 5 salan pisîkek hat ber şibaka mala me. Dûv re li ber vê dikana ku ez lê kar dikim min 2 pisîk dîtin. Pêşî min dest bi xweytîkirina 2 û 3 pisîkan kir. Lê li derve gelek pisîk hene ku birçî û nexweş in. Ez ber ketim û xwedî li pisîkên kûçeyê derketim. Her çû hejmara pisîkan zêdetir bû, cîheke berfireh ji wan re lazim bû. Min beşeke ji du qatan pêk tê ku li nava vê dikanê ye peyde kir. Berê li vir amûrên malê dihat firotin lê niha evder ji 140 pisîkan re bûye stargeh.”

Altinbaşak her roj bi rêk û pêk xwarinê dide pisîkan û pisîkên nexweş jî derman dike, Pisîkên seqet an jî birîndar dibe klînîka beytaran. Û hezkirina xwe jî lê her zêde dike.

Hasan Altinbaşak dibêje: “Hin pisîk ketin nav motora wesayîtan, birîndar bûn, hin pisîk bê dayik man. Min ew hemû anîn vêderê. Li nav wan hinek pisîk li vir jidayîk bûn. Neynûkê wan ku dirêj dibin em jê dikin, bi rêk û pêk derzî li wan dixin û dermana wan jî didin. Mixabin li hin deran îşkence û eziyet li heywanan dikin ku ez pê gelek diêşim. Qedr û qîmeta ku bi jiyana mirovan tê dayîn divê heman qedr bi jiyana ajalan jî bê dayîn. Çimkî ajal ewdên bêdeng ên Xwedê ne. Hûn çawa nêzîkî ajal bibin, ajal jî dê bi heman awayî nêzîkî we bibe.”

Xweytîkirina 140 pisîkan ku bo Altınbaşak ji hela maddî ve gelek zehmet bibe jî lê ew dibêje heta ku emrê wî têrî kir dê her xweytiya pisîkan bike.

Hasan Altinbaşak dibêje: “Teqata min a maddî jî zêde nema ku ji zêdeyî wan pisîkan xweytî bikim. Encaq li pisîkên li ber destê xwe dikarim binêrim. Tika ye rayedar bacên li ser xwarina pisîkan distînin kêm bikin da ku em ajalhez jî zêdetir xweytiya ajalan bikin. Carna ji min re dibêjin “li derva ewqas mirovên birçî hene tu diçî li ajalan xweytiyê dikî. Ez jî dibêjim min ev rê ji xwe re bijart. Bila ew jî ji xwe re rêyek hilbijêrin.”

Altinbaşakê ajalhez ku zarokên wî tune ye lê pisîkan wekî zarokên xwe dest nîşan dike û dibêje: “Hemû ajal ji mirovan re emanetê Xwedê ne, divê her mirov xwedî li vê emanetê derkeve.”