Pispor: Kesên vaksîn wernegirtine ji Omîcronê zêdetir bandorê dibînin

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku cûreyê vîrusa Omîcronê li hin bajarên Bakur jî hatiye tomarkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku cûreyê vîrusa Omîcronê li hin bajarên Bakur jî hatiye tomarkirin. Bijîşkan dan zanîn ku Omîcron zû belav dibe û zêdetir bandorê li kesên ku vaksîn wernegirtibin dike û banga wergirtina vaksînê dikin.

Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê li Diyarbekir û Şirnexê jî cûreyê Omîcronê hat tomarkirin. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Dr. Fahretîn Koca dibêje; ev cûre li gorî cûreyên din zûtir belav dibe û banga pabendîbûna rêkarên xweparêziyê kir.

Bijîşkê Nexweşiyên Sîng Prof. Dr. Abdurahman Şenyîgît got; vîrusa Koronayê xwe gelek diguhere lê bandora cûreyê Omîcronê siviktir e. Prof. Şenyîgît dibêje; divê welatî pabendî rêkarên xweparêziyê bin û bêyî dudil bin vaksîna xwe werbirigin.

Prof. Dr. Abdurahman Şenyîgît ji K24ê re diyar kir: “Dema ku mirov tûşî Omîcronê dibe wekî ku mirov serma girtibe, wekî ku av ji pozê mirov were, gewriya mirov bişewite, agirê laşê mirov zêde bibe. Omîcron wekî enfeksiyoneke şewbê ye. Omîcron zû belav dibe, xetereya wê jî zêdetir e, lê mirov bi giranî nexweş nake. Divê em ji vaksînê netirsin, vaksîn nabe sebebê çênebûna zarokan .Vaksîn mirov nakûje, vaksîn ne çîp e. Li cîhanê li welatên ku vaksîn wergirtine rihet in yên ku kêm wergirtine ne rihet in.”

Li gorî ragihandina bijîşkan, vaksîna BîoNTech li gorî vaksînên din ji cûreyê Omîcronê baştir diparêze. Bijîşk, welatiyan hişyar dikin û dibêjin; ti bandoreke vaksînê ya rasterast an nerasterast li ser tenduristiyê nehatiye tomarkirin û bila welatî bê tirs û xof vaksînê werbigirin.

Endamê Konseya Rêveber ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halis Yerlîkaya got; Omîcron zû belav dibe û kesên ku vaksîn wernegirtine ji Omîcronê zêdetir bandorê dibînin. Dr. Halîs Yerlîkaya dibêje; bi belavbûna Omîcronê halet jî zêdetir bûn.

Dr. Halis Yerlîkaya ji K24ê re diyar kir: “Di pêşerojê de dê Omîcron gelek belav bibe. Li gorî cûreyê Deltayê 2-3 qat zêdetir belav dibe. Hin nîşaneyên wê jî cidatir in. Omîcron dibe ku agirê laşê mirov zêde nake û nabe sebeba kuxika zêde lê belê wekî şewbê li mirov tê.  Kesekî dikare belavî gelek kesan bike.  Kesên ku bê vaksîn bin mixabin dê ew ji vaksînê gelek bandor bibînin.”

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, rojane ji 25 hezaran zêdetir kes tûşî koronayê dibin û ji 150yan zêdetir kes jî bi koronayê canê xwe ji dest didin.

Li Tirkiye û Bakur ji destpêkê heta niha ji 51 milyonan zêdetir welatiyan du vaksîn; nêzî 18 milyon kesan jî sê vaksîn wergirtine. Hê jî li Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Riha, Bingol û Mûşê rêjeya vaksînkiriyan kêm e.

Bijîşk dibêjin; da ku welatî xwe ji cûreyê Omîcron û hemû cûreyên vîrûsa koronayê biparêzin divê vaksînê werbigirin.