Parlamentera HDPê: Ev êrîşa li dijî HDPê li dijî gelê Kurd hatiye pêkanîn

Li dijî avahiya HDPê ya Stenbolê li navçeya Bahçelîevlerê êrîşeke çekdarî pêk hat.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li dijî avahiya HDPê ya Stenbolê li navçeya Bahçelîevlerê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encama vê êrîşê de HDPyî yê bi navê Ramazan Dişarda birîndar bû. Erîşkar hate binçavkirin û lêpirsîna wî berdewam dike.

Li dijî avahiya HDPê ya li Bahçelîevlera Stenbolê êrîşeke bi kêr û çekan hate pêkanîn. Di êrîşê de Ramazan Dişardayê ku xebatkarê HDPê ye birînda bû. Êrîşkar bi hinceta ku wê bibe endamê HDPê diçe avahiyê û bi şûnde jî bi dengê bilind dibêje; "Ez hatime kûştina we hemûyan".

Li ser vê bûyerê Hevserokê HDPê Mîthat Sancar ji Enqerê hate Stenbolê ligel hejmareke zêde ya rêveber û parlamenterên HDP û li cihê bûyerê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Sancar ragihand, berpirsiyarên vê êrîşê deshilat e û Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Sulyeman Soylu ye ku rojek berê HDP wek hedef nîşan dabûn.

Mîthat Sancar diyar kir: “Ev êrîşa li dijî HDPê di roja salvegera Roboskî û rojek berî doza qetilkirina Denîz Poyraz ya li Îzmirê pêk tê. Berpirsên vê êrîşê deshilat û nûnerên wê ne ku her roj HDPê wek armanc destnîşan dikin. Sedema pêkhatina van êrîşan bikaranîna şêwaz û polîtîkayên nefretê ne. Ji HDPê ditirsin, loma her roj HDPê dikin armanc ji xwe re. Di serî de nûnerên desthilatê û Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê berpirsên siyasî yên van êrîşan in û teqez wê hisabê vê êrîşê bidin.”

Parlamentera HDPê Zuleyha Gulum jî dide zanîn, ev êrîşa li dijî HDPê di serî de li dijî gelê Kurd hatiye pêkanîn û bi şûnde jî ji bo çavtirsandina hêzên demokrasiyê ye ku bi HDPê re dimeşin.

Zuleyha Gulum destnîşan kir: “A rastî ev êrîşa komkujîxwaz tenê bi destê hevalên me hat raswestandin yan na êrîşkarekî ku bi kêr û du çekan ketiye avahiyê, dikarî her sê hevalên me jî bikuje. Lê ji ber ku hevalên me bi armanca êrîşkar hesiyan û xwe parastin ev yek pêk nehat.”

Hevseroka HDPê ya Şaxa Stenbolê Îlknur Birol jî ragihand, ev êrîş bi planeke sîstametîk hatiye organîzekirin û kesên li pişta vê êrîşê eşkere û berbiçav in.

Îlknur Birol ragihand: “Ev êrîş bi tu awayî ne êrîşeke takekesî ye. Ev, êrîşeke sîstematîk e ku bi awayekî pisporane hatiye plankirin. Dirûşme û zimanê ku êrîşkar ber bi êrîşê re bi kar anî, paşperdeya êrîşê û piştevanên vê êrîşê yekser destnîşan dike. Êrîşkar dibêje 'Xayînên welatê me! Em ê we hemûyan bikujin.' Ev gotin bi tu awayî ne tesadûfî ne.”

Di 17ê Hezîrana 2021an de li bajarê Îzmîrê di encama êrîşeke çekdarî de endama HDPê Denîz Poyraz li nava avahiyê ji aliyê Onur Gencer ve hatibû kuştin. Hê jî kujerê Denîz Poyraz nehatiye sizakirin û wekî ku aqilê wî ne temam e tê destnîşankirin.

Her çiqas Parêzgariya Stenbolê ragihandibe ku derbarê êrîşa li dijî HDPê de ku yek kes birîndar bûye lêpirsîn hatiye destpêkirin jî, rêveberên HDPê ji bo êrîşa Stenbolê bi şik û guman in ku wê wek kujerê Îzmîrê êrîşkarê Stenbolê jî dîn bê destnîşankirin.