“Hizbullah sîstemên berevaniya asmanî li nêzîkî Şamê û başûrê Lubnanê danîne”

Navendeke Lêkolînan a Îsraîlê radigihîne, dibe ku Hizbullaha bi wê sîstemê bikare rûbirûyî êrîşên asmanî yê Îsraîlê bibe
Bavar 373
Bavar 373

Navenda Nûçeyan (K24) – Navendeke Lêkolînan a Îsraîlê radigihîne, Hizbullaha Libnanî sîstemên berevaniyê li derdora Şamê û başûrê Lubnanê bi cih kirine ku dikare pê rûbirûyî êrîşên asmanî yê Îsraîlê bibe.

Navena “Alma” belav kir: “Hizbulla ev sîstema berevaniyê li çiyayên Qelemûn li bakurê rojavayê Şamê li nêzîkî sînorê Lubnanê bi cih kiriye ku baregeheke lojîstîkî û operasyonan a Hizbullahê lê heye.”

Rojnameya “Jerusalem Post” a ku ew raport belav kiriye got, ew di wê baweriyê de ne ku di cebilxaneya Hizbullah ya berevaniya esmanî de, pergala mûşekî ya taktîkî ya kurtavêj SA8, SA17 û SA22 heye.”

Herwiha Serokê beşa lêkolînê li navenda “Alma” û efserê bi pileya Raîd di artêşa Îsraîlê Tel Perry ji wê rojnameyê re got: “Hizbullahê bataryayên mûşekên zemîn-asîmanî SA8 li başûrê Lubnanê bi cih kirine ku dibe ew bikare rûbirûyî firokeyên Îsraîlê bibe.”

Herwiha got: “Dibe ku çekdarên Hizbullahê li ser sîstema berevaniyê ya Îranê Bavar 373 a ku li ser bingeha sîstema Rûsî SA-300 kar dike perwerde dîtibin, ku tê pêşbînîkirin ew sîstem bikaribe di heman demê de, rûbirûyî 6 armancan bibe.”

Rojnameya “Jerusalem Post” got jî, ligel egera gefên sîstema berevaniya Îranî û Hizbullahê jî, artêşa Îsraîlê hîna karîna wê heye bi awayekî aktîv kar û çalakiyan li asmana Lubnan û Sûriyê bike