Derbarê Perwîn Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê bi bihaneya “sivkatî bi desteya dadgehkirina kujerê Denîz Poyraz kiriye” li dijî Hevseroka HDPê Perwîn Budan lêpirsîn da destpêkirin.

Di 17ê Hezîrana 2021an de li bajarê Îzmîrê di encama êrîşeke çekdarî de endama HDPê Denîz Poyraz li nava avahiyê ji aliyê Onur Gencer ve hatibû kuştin.

Duhî jî li Dadgeha Giran a Îzmîrê yekem rûniştina dadgehkirina kujerê Denîz Poyraz birêve çû.

Hevserokê HDPê Perwîn Buldan di dema birêveçûna rûniştina dadgehê de rexne li Desteya Dadgehê girt û got, kujerê Denîz Poyraz li Minbicê perwerde wergirtiye û ew DAIŞê, nabe hûn bi aramî bi wî re biaxivin, divê hûn wekî kujerê sereke serederiyê pê re bikin.”

Ji ber vê yekê, Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê lêpirsîn derbarê Perwîn Budan û kesên ku dîmenên nerazîbûna Budanê li dadgehê tomar dikirin û belav dikirin de, da destpêkirin.

Ji aliyekî din ve, dadgehê doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz ji bo 24ê meha bê bi paş xist.